Barzanî ji aliyê Putin ve hate pêşwazîkirin (Vîdyo)
AVESTA KURD - Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji aliyê serokê Rusya Viladimir Putin ve hate pêşwazîkirin.
Şandeya BDP diyar bû
AvestaKurd - Şandeya duyem a ku wê biçe Îmralyê û bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne a BDPê diyar bû. Hat ragihandin ku, di nav çend rojên pêş me de Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û Altan Tan wê biçine Îmraliyê.
Kêfa min ji van kesan re nayê!
Kesên dema ku tu diaxifî, li te guhdarî nakin û li te nanêrin.
Kesên dema ku li te guhdarî dikin jî tenê armanca wan ewe...
Serokê Kurdistanê serdana mala Barzanî kir
AVESTA KURD - Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di serdana xwe ya Moskovayê de çû serdana mala ku nemir Mistefa Barzanî (Bavê serokê Kurdistanê) lê dima kir.
Vî wêneyî Îbo gekekî aciz kir
AVESTA KURD - Ev wêne di konsereke li Ozbekîstanê hatiye kişandin. Hunermend Îbrahîm Tatlises ji ber wêneyê wî hatiye montaj kirin, nerazîbûn nîşan da.
Swêd êdî ne navenda wêjeya kurdî ye!
Hejmarek kesayetên kurd yên ku li Swêdê bi salan xebatên li ser çand û zimanê kurdî kirine van salên dawî vedigerin û li bakurê Kudistanê kar dikin. Em bi sisêyan ji wan re; bi Amed Tigris, Malmîsanij û Firat Cewerî re axivîn bê ew çima vegeriyane û niha li welêt çi dikin.
Gelo Rojîn çi dibêje? (Vîdyo)
AvestaKurd - Stranbêj Rojîn, li ser ekranên televîzyona A Haber dibêje, em bona ku "Kuzey Iraq" tê wateya lebateke jinan, em ji wir re nabêjin "Kuzey Iraq" em dibêjin Kurdistan. Û dewam dike, "çimkî bi Kurdî 'quz' lebateke jinan yê ku bilêvkirin şerm e ye."
“Em ji diyalogê re amade ne!“
AVESTA KURD - Di hevdîtina xwe ya bi nûnerê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Martin Cobler re, serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan barzanî diyar kir ku ew dixwazin hemû pirsgirêkan bi riya diyalogê çareser bikin.
NASA: Bi astronotan re pêwendiya me qût bû
AvestaKurd - Berdevkê NASAyê ragihandiye, dema ku bernameyeke kompîtûrê dihate aktûelkirin, arîze derketiye û ji ber vê bi Îstasyona Fezayê a Navneteweyî re pêwendiya NASAyê bi temamî hatiye birîn.
Operasyonên li dijî AZADÎ û AL PARTÎ berdewam in
AVESTA KURD - Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku baskekî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye li Rojavayê Kurdistanê, bi dehan berpirs û endamên Partiya Azadî û Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) digire û yekî ji wan endaman jî radestî rejîma Sûriyê dike. Berpirsekî PYD-ê jî dibêje ku ew kesên han bi tohmeta hevkarî û plana Artêşa Azad bo kontrolkirina navçeyên Kurdî hatine girtin.

































