Li gorî nûçeya ajansa Anadolu, serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro (01.03.2013) dema ji paytexta Austurya Viyana vedigeriya, bersiva pirsên rojnamevanan da.
Erdogan li bara eşkerekirina naveroka hevdîtina parlamenterên BDP bi rêberê PKK Abdullah Ocalan de wiha got: “Li nav BDP de hinek kes dizanin çi dikin lê hinek jî nizanin. Ji ber ku zêde daxifin û her ku daxifin jî dikevin kêmasiyan.”
Serokewzîrê Tirkiyê dîsa diyar kir ku ew tu nermiyekê li hember PKK nîşan nadin û heta çekên xwe bernedin û dernekevin derveyî Tirkiyê dê operasyonên li dijî wan bidome.
Erdogan ragihand ku ew bi tenê nikare vê pêvajoyê pêşve bibe lewre divê hestiyarî hebe û li bara rola saziyên sivîl de jî got: zêde kêr nehatin.
Piştî ku naveroka hevdîtina şanda BDP bi Abdullah Ocalan re ji aliyê rojnameya Milliyet a Tirkiyê ve hat weşandin, dengek mezin veda.
Derdora hikûmeta Tirkiyê ev yek avêtin stûyê BDP lê BDP jî “têkderên pêvajoya Oslo” sebebkarên vê yekê zanîn. (Rûdaw)












































