Ji koçberên ku ji şerê Suriyê direvin û xwe dispêrine bajar û navçeyên nêzik re, rehetî li cihê ku lê dimînin jî tine ye. Mînaka herî dawî li bajarê Rihayê hate serê keçeke Suriyeyî.
Keça 18 salî a ku ligel malbata xwe ji şer reviyaye hatiye Rihayê û li semta Eyyubiyê, di nav zeviyeke vala, konekê de bicih bûye, dema ku li kolanê dimeşiya, ji aliyê 2 xortan ve hate tacîzkirin.
Tacîzkirina keça Suriyeyî, bi kamerayê jî hatiye qeyidkirin.
Li ser îxbarkirina welatiyên derdorê, herdu xortên ku keç tacîz kirine, ji aliyê polîsan ve hatine girtin. Polîsan, bona ku îfadeya xortên tacîzker bigrin, ew birine Qereqola Eyyubiyê.
AVESTA KURD











































