Serrûpel Nûçe “Newêre navê welatê xwe bibêje”

“Newêre navê welatê xwe bibêje”

Belav bike

Aktrîsta sînemaya Tirkiyê Nur Surer, bû mêvanê bernameya Enver Aysever a CNN Turkê û di derbarê pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd de gotinên balkêş kirin. Surer piştgirî da pêvajoya ku hatiye destpêkirin û bi zimanekî eşkere helwesta CHPê rexne kir û got, “CHP partiyeke nijadperest e.”
Lstikvana navdar Nur Surer wiha got: “Bi salan e ku li Tirkiyê neteweperestiya Tirk tê kirin. Li hemberî neteweperestiya Tirk, neteweperestiya Kurd jî derkete holê. Lê ez neteweperestiya Kurd meşrû dibînim.”
Surer, CHP û Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, ku Kurd e û Dêrsimî ye,  wiha rexne kir: “Di nav CHPê de gellek kesên nijadperest hene. Di serî de perwerdehiya bi zimanê zikmakî, CHP li dijî gellek mafan derdikeve. Ez vê helwesta CHPê a li dijî pêvajoya çareseriyê di cih de nabînim. Gelo ez dipirsim, çi zirara perwerdehiya bi zimanê zikmakî ji we re heye? Carekê bifikirin, Kiliçdaroglu newêre navê welatê xwe bibêje. Em ji serokwezîr fêr dibin ku Kiliçdaroglu xelkê kuderê ye.”
 
AVESTA KURD