Serrûpel 2013 Adar

Arşîva mehane: Adar 2013

Ji bo Malîkî fetwa mirinê da

AvestaKurd - Serokê Yekîtiya Alimên Misilman yên Cîhanê Yusuf el Kardavî, fetweya mirinê ji bo Serokwezîrê Iraqê Nurî el Malîkî da. Kardavî, li ser ekranên televîzyona Qatarê El Cezîre, fetwa mirina Malîkî da.

Hecma bazirganiyê a Kurdistanê diyar bû

AvestaKurd - Hecma bazirganiyê a sala 2012 a Herêma Kurdistana Federel hate eşkerekirin. Li gorî daneyan, hecma bazirganiyê a Kurdistana Federel a bi dewletên biyanî re bilindî 20 mîlyar dolarî bûye.

Alî Fikrî Işik azad bikin!

Alî Fikrî Işik, nivîskarekî kurd e. Ji bo ku ji Tirkiyê ra leşkerî nekiriye û naxwaze bike, ev du car in tê girtin û zulmeke mezin lê dikin.

Semînera nivîskar Firat Cewerî

AVESTA KURD / Kitêbxaneya Kurdî, Federasyona Komeleyên Kurdistanê, Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê û Komeleya Ciwanên Kurd bi hevkariya ABFê doh (9ê adarê) ji bo Firat Cewerî semînerek li dar xist.

Mistefa Bekir ji Yekîtî istîfa kir

AVESTA KURD / Endamê seroktiya Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê Mistefa Bekir (Bavê Brûsk) di daxuyaniyekê de li ser rûpela xwe di Facebookê de got ku ew xwe ji Partiyê vedikişne.

Demîrtaş rakirine nexweşxanê

AvestaKurd - Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, ji ber êşa sînga wî li Amedê rakirine mexweşxanê û girtine bin dermankirinê. Navenda Giştî a BDPê li ser vê rûdanê daxuyaniyek belav kir.

Sûretên nû yên Seîdê Kurdî derketin holê

AvestaKurd - Sûretên nû yên Bedîûzaman Seîdê Kurdî, piştî 53 salan derketin holê. 3 meh berî wefata Seîdê Kurdî, li Stenbolê li otela Pierre Lotî, ji aliyê fotokêş Sokmen Baykara ve hatine kişandin.

“Bi navê Kurd milletek tine, ew Tirk in“

AvestaKurd - Cîgirê Serokê Koma MHP Mehmet Şandir, îdia dike ku bi navê Kurd milletek tine û a rast ew e ku kesên ku wek Kurd xwe dihesibînin eslê wan Tirk in û wana ji nijada Turaniyên tên.

Rûdaw Tv ji Hewlêrê dest bi weşanê dike

AVESTA KURD - Rojnamevan Dilbixwîn Dara di televîzyona Rûdaw de wê bultena nûçeyan pêşkêş bike.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com