Peyama Ocalan a 4ê Nîsanê wiha ye: “Dostên rêzdar, gelê me yê qedirbilind, hevalên jin yên ku her roj jiyanê ji nû ve diafirînin, rêhevalên ciwan yên ku her dem di dilê xwe de têkoşîna germ dijîn, ez we slav dikim. Pêşiyê ez rêz û slavên xwe û hezkiriya xwe pêşkêjî deh hezarên ku hatine Amara û rojbûna min pîroz dikin, dikim. Di rojeke wisa de, ji we re mizginiya min ew e ku, bi rastî jî derfetên aşîtiyeke bi rûmet zêdetir bûne. Ew a ku em ê karibin pêşkêşî mirovên xwe bikin a herî grîng e.
Grîngiya îro, ji roja rojbûna min wêdatir, ji nû ve zayîna gelekî ye. Ez dizanim ku hûn jî wiha têdigehin. Ez hatime 65 saliya xwe. Min a ku kete ser milêm min bicih anî. Dora çalakiyê êdî a gelê me bi xwe ye. Ez di wê fikrê de me ku, min xizmet û hûrmeta xwe a mezin a li hemberî gelê me heta radeyeke grîng bicih aniye. Êdî peywir a we ye. Ez bawer dikim ku, wekî ku we heta îro bi awakî hêja çawa ku peywir bicih aniye, hûn ê ji îro pê ve jî bicih bînin. Banga min ji bo herkesên ku dibêjin ez î birûmetim, çi dewlemend, xizan, jin, mêr, ciwan, extiyar, herkes pêwiste pêvajoyê pêşve bibe û li gorî pêvajoyê tevbigere.
Bila vê herkes baş bizanibe ku, êdî jiyaneke cuda wê geş bibe. Hêviyan min ev e ku, di vê pêvajoyê de qet dilopek jî xwîn neyê rijandin e. Bila ti kes ti kesî neêşîne. Bila herkes bi eşq tevlî vê pêvajoyê bibe. Yên ku bi granî vê pêvajoyê wê pêşve bibe, gelê me ye, gel in. Derbasbûna jinan a jiyaneke rastîn ji vê rojê ve girêdayiye. Ji bo ku ez jiyaneke azad ji bo jina biafirînim, ez xebitîm û dixebitim. Di warê jiyaneke azad derxistina holê de jin, xwediyê hêzeke pirr mezin in. Ez gellekî baş im. Heta nefesa xwe a dawiyê jî ez ê baş bibim. Li ser vê bingehê, ez careke din bi baweriya xwe a bi aşîtiyê herkesî slav dikim.”
AVESTA KURD












































