Ji aliyê malpera îstixbarata Îsraîl Debka ve hate îdiakirin ku, rayedarên Îsraîl û yên Filistîn, li ser çareseriya di navbera her du aliyan de, wê 11ê Gulana 2013 an de, li Tirkiyê bi hev re dest bi hevdîtinê bikin. Debka, ev îdiaya xwe dispêre radyoya fermî a dewleta Îsraîl.
Li gorî nûçeyê, sedema serdana Tirkiyê a Wezîrê Karên Derve yê Amerîka John Kerry yek jî ev hevdîtinên ku di navbera Îsraîl û Filistîn de wê werine kirin e.
John Kerry, piştî serdana Enqerê, wê biçe Qudusê û dûra jî derbasa Ramallahê bibe. Di ev serdanên John Kerry de, bi Serokwezîrê Îsraîl Benyamîn Netanyahu û Serokomarê Filistîn Mahmud Abbas re hatina cem hev jî heye. Kerry dike bi Netanyahu û Abbas re qala hevdîtinên aşîtiya Îsraîl û Filistîn a ku li Tirkiyê hatiye rojevê bike.
AVESTA KURD












































