Serrûpel Nûçe “Çima ala Tirk tine?“

“Çima ala Tirk tine?“

Belav bike

Şanoger û lîstikvanê sînemayê Yilmaz Erdogan, ku ew di nav Komisyona Aqilmendan de jî heye, dema ku li Grava Heybelî (Heybeliada) fîlma bi navê “Xewna Pepûle” kişandiye, dîtiye ku li baxçê Sanatoryuma li Grava Heybelî ala Tirk tine. Ji ber vê bi hêrs bûye û xemgîniya xwe bi peywirdarên Sanatoryumê re nîşan daye.
Yilmaz Erdoganê ku xelkê Colemêrgê ye, peykerê Ataturk yê li baxçeyê Sanatoryomê jî bi destê xwe paqij kiriye. 
Peywirdarê Sanatoryuma Grava Heybelî, ji rojnameya Vatanê re wiha qala ew helwesta Yilmaz Erdogan kiriye: “Firçeyek girt û binî peykerê Ataturk bi xwe boyax kir û paqij kir. A ku ez ji bîr nakim jî hesasiyeta Yilmaz Erdogan a li hemberî ala Tirk bû. Xemgîniya xwe anî ziman û got, ‘çima li ti cihên Sanatoryumê ala Tirk tine ye?’

AVESTA KURD