Lîstikvana sînemayê a Amerîkî Angelina Jolie, ji bo ku rîska şêrpençeya memikan kêmtir bike, bi emeliyatê her du memikên xwe jî dan tandin.
Stêrka 37 salî Jolie, di gotara ku ji bo rojnameya New York Timesê nivîsiye de behsa emeliytên xwe dike û diyar dike ku bi vê min rîska şêrpenceya memikan daxiste ji % 5 î.
Jolie wiha dibêje: “Bijîşkan ji min re gotin ku, rîska te a bi şêrpenceya memikan ketinê ji % 87 e. Ji bo ku ez rîskê kêm bikim min biryara proaktîfbûnê girt. Emeliyatên min di meha Reşemê de destpêkirin û di meha Avrêlê de bi dawî bûn.”
Angelina Jolie diyar dike ku, dayika wê 10 sala bi şêrpenceyê re têkoşiyaye û di 56 saliya xwe de jiyana xwe wenda kiriye.
AVESTA KURD











































