Serrûpel Nûçe Gelo xortên Başûr çima naxwazin bixebitin?

Gelo xortên Başûr çima naxwazin bixebitin?

Belav bike

Li gorî daneyên ku Wezareta Karên Civakî û Xebatê a Kurdistana Federal eşkere kirine, ji % 90 xortên Kurdistana Başûr, karên ku wezaret ji wan re dibîne naecibînin û naçin naxebitin.
Di nav deh salên dawiyê de, 32 hezar û 900 kesî serî li wezaretê dane û bi forma fermî xwestine ku ji wan re karek bê peyda kirin. Ji van kesên ku serî li wezaretê dane 21 hezar û 751 kes mêr in û 11 hezar û 149 kes jî jin in. Tenê kesên ku kar û xebata ku Wezareta Civakî û Xebatê pêşkêşî wan kiriye û wana jî qebûl kirine ji 32 hezar û 900 kesî 1694 kes in (hejmara mêrên ku kar qebûl kirine 1209 a jina 485 e). Ev daneya jî nîşan dide ku ji % 90 xortên Başûrî naxwazin bixebitin.
Li gorî nûçeya rojnameya Rudawê rayedarê wezaretê Dilawer Kawanî xemgîniyê xwe wiha tîne ziman: “Mixabin xortên me naxwazin ku bixebitin. Ku em çi karî ji wan re dibînin jî qebûl nakin. Xortên ku me ji wan re kar dîtiye ji % 90 naxebitin. Li Kurdistana Başûr derfetên kar û xebatê zêde bûne û rêjeya kesên ku kar nabînin gellekî kêm bûye.”
Dîsa di nav 3 mehên dawiyê de, 897 mêr û 1093 jina, bi temamî 1990 kesî serî li wezaretê dane û form dagirtine ku ji wan re karek bê peyda kirin ku bixebitin. Ji bo vê, ji aliyê wezaretê ve komîteyek hatiye amadekirin. Komîteyê serî li 361 proje û fîrmayên taybet dane û 237 derfetên kar û xebatê peyda kirine lê tenê 67 kesa karên ku ji wan re hatine peyda kirin qebûl kirine.
Zêdetir ji bo xebatê karker, ji Kurdistana Bakur û ji welatên xizan diçine Kurdistana Federal û dixebitin. Di salên dawiyê de li Kurdistana Federal derfetên kar û xebatê pirr zêde bûne. Hejmara jinên ku dixwazin bixebitin jî her diçe zêdetir dibe.
 
AVESTA KURD