AvestaKurd - Li Sêwereka Rihayê, di panela ku BDPê lidarxist de posterên Ocalan û Ataturk li kêlake hev hatine daliqandin. Li ser heman dîwarî ala Tirkiyê û ala PKKê jî hebû.
AvestaKurd - Rojnamevanê rojnameya Starê Hakan Albayrak, di qunciknivîsa xwe a îro de (15.05.2013) îdia dike ku, piştî teqîna li
Reyhanliyê, xelkê Reyhanliyê hin penaberên Suriyeyî bi kevir li serê wan xistinê kuştine.
AVESTA KURD - Li gorî belgeyekê ku kete gihişte AVETA KURD, Birêvebirê giştî yê Şîrketa Petrola Sûriyê, di rojên dawiyê de çûye serdana Rimêlanê (rojavayê Kurdistanê, bîrên petrolê lê hene), birêvebir rewşa dawîn ya şîrketê kontrol kiriye.
AvestaKurd - Rojnamevana Yewnanî a herî xweşik Nana Karagiannis, ji ber nexweşiyekê êdî nayê naskirin. Nana, ligel rojnamevaniya xwe mankentî jî kiribû.
AvestaKurd - Rojnamevan Hasan Cemal, li herêma Metîna li kampeke PKKê bi fermandarê HPGê Dr.Bahoz Erdal re hevdîtinek lidarxist. Bahoz Erdal dibêje, bona ku pevçûn dernekevin em rêya seetekê di 3-4 seetan de dimeşin.
AvestaKurd - Li Amedê di merasîma pîrozbahiya 14ê Gulanê a Roja Cotkarên Cîhanê de, cotkarekî Kurd mora xwe li rojê xist. Di
sînevîzyonê de îfadeya "em spasdarê cotkarên Tirk in", rasta nerazîbûna cotkarekî Kurd hat û ev ji xwe re heqaret hesiband.
AVESTA KURD / Hikûmeta Iraqê biryar da ji ber ku hêzên PKKê ji Tirkiyê vedikşin nav xaka Iraqê, li dijî wê rêxistinê dozê veke. Berpirsê pêwendiyên derve yê PKKê Ehmed Denîz jî got: “Tiştên ku me beriya niha li ser helwesta Iraqê gotiye em dîsa dubare dikin.”