Serrûpel Nûçe Dîsa şer dest pê kir!

Dîsa şer dest pê kir!

Belav bike
 îro 3/6/2013`an, li navçeya Qilebanê li nêzî gundê Roboskê di navbera gerîlayên PKK`ê û artêşa Tirkiyê der şer qewimiye.

Fermandariya giştî ya artêşa Tirk diyar kiriye ku, îro li navçeya Şirnexê li nêzîkî sînorê Tirkiyê û Êraqê di demjimêr 12:05 – 12:30 xulekan de grupekî gerlayên PKK`ê teqe li hêzên artêşa Tirk kiriye û di encamê de çawîşekî pispor birîndar bûye. Her weha ji bo mafê parstina rewa jî helîkopterên şer (Kobra) navçe bombebaran kirine.

Ji aliyê xwe ve jî ajansa Firatê lizarê şahidhalên herêmê belav kiriye ku, îro grupek gerîla ku li navçeya Şirnexê berve Herêma Kurdistanê vedikişiya û di encama zêdekirina leşkeran ji aliyê artêşa Tirk li navçeya Qileban û Roboskê , di navbera gerîlayan û hêzên artêşa Tirkiyê de şer qewimiye.

Li gor şahidhalên herêmê dema şer de helîkopterên artêşa Tirkiyê navçe bombebaran kiriye û di encamê de gelek serbazên Tirk birîndar bûne û çawîşekî pispor jî jiyan ji dest daye.

Ajansa Firatê belav kiriye ku, rêveberên rêxistina BDP’ê yên Şirnexê ber bi herêmê ve birêketin e. Xendan