Serrûpel Nûçe Alîkarî berdewam dike…

Alîkarî berdewam dike…

Belav bike

Di çerçoveya tevkariya Rojava ku ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk hat dest pê kirin de amûrên jiyanê yên li Amed, Mêrdîn, Semsûr û Wêranşarê hatin komkirin bi kamyonan rêkirin Rojava. Amûrên jiyanê yên li bajarê Semsûrê hatin berhevkirin di deriyê sînor ê Karkamışê de rêkirin Rojava. Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP’ê Cîhan Denîz der heqê tevkariyê de agahî dan û xwest tevkarî bidome. Li aliyê din amûrên jiyanê yên li Amed, Mêrdîn û Wêranşarê hatin berhevkirin rêkirin navça Nisêbînê. Piştî kamyonên tijî amûrên jiyanê gihiştin navça Nisêbînê, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan li deriyê sînor daxuyaniyek da û balkişand ser tevkariya Rojava û xwest Kurd ji bo tevkariya şoreşa li Rojava bikevin nava seferberiyê. Piştî axavtina Gokkan, kamyon û tir di deriyê sînor ê Nisêbînê re derbasî bajarê Qamişloyê bûn. anf