Hesen Rohanî bû serokê Îranê
AVESTA KURD - Di tura yekemîn ya hilbijartinan de, Hesen Rohanî bû serokê Îranê.
PDK – Bakur jî beşdarî Konferasa Amedê nebû
Rêxistinên di mîhwera PKK-ê de sibe û dusibe li Diyarbekirê konferansekê amade dikin û dixwazin partiyên dî yên kurdan jî bikin şirîkê siyaseta xwe. Siyasetmedarê kurd Sertaç Bucak vê êvarê j Nefelê re got PDK-Bakur tevlî wê konferansê nabe.
Karayilan li Hewlêrê beşdarî konferansê dibe
AVESTA KURD - Bi serpereştiya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, wê li Hewlêrê Konferansa Kurd ya Netewî were li darxistin.
Sibe dergehê Pêşxabûr tê vekirin
AVESTA KURD - Sibe (16.06.2013) dergehê sînor yê di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de (Pêşxabûr) tê vekirin.
Barzanî pêşwaziya helbestvan Seyda Dilbirîn kir
Avestakurd: Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li bargeha serokatiya Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya helbestvanê navdarê gelê Kurd Seydayê Dilbirîn û şanda ligel kir.
Serrastkirin: Nelson Mandela nemiriye
AVESTA KURD - Me nûçeyek belav kiribû û têde diyar kirinû ku serokê berê yê Afrîqa Başûr Nelson Mandela miriye, ew nûçe li ser binngeha televîzyona almanî Deutsche Welle hatibû weşandin.
Nêçîrvan Barzanî Şêrko Bêkes bi tenê nehîşt
AVESTA KURD / Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li rewşa helbestvanê Kurd yê navdar Şêrko Bêkes pirsî.
Hêviya Ocalan heye, lê…
AVESTA KURD / Duh birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, çûbû girava Îmraliyê. Mehmet Ocalan hurguliyên hevdîtinê yên ku bi Abdullah Ocalan re kir vegot. Mehmet Ocalan got di hevdîtinê de tenê ew hatiye qebûlkirin. Mehmet Ocalan, Abdullah Ocalan derbarê pêvajoyê de nirxên berfireh daye û got rewşa Abdullah Ocalan û girtiyên din baş e.
Kîjan partiya Kurd bi rêjîma Esed re dicive?
Parlementerê kurd li parlementoya Sûriyê Umer Osê, di vê hevpeyvînê de ji Rûdawê re behsa nerînên serokê Sûriyê Beşar Esed dike, derbarê mafên Kurdan û dibêje ku Beşar Esed bi Kurdan re ye li ser 3 xalan danûstandinê bike. Navborî, tevî ku dibêje niha keşûhewa guncaw e da ku ew mafê otonomî bide Kurdan, li rojavayê Kurdistanê, Lê dana vî mafî ji aliyê rejîma Sûriyê ve dûr dibîne.
Nêçîrvan Barzanî li Zaxo çi got?
Xûşk û birayên xweştivî... Dibêjin ku, berî du hezar û çar sed salan Zenefonî bi deh hezar leşkerên yonanî ve di vî gelî re paşvekişîna xwe kiribû. Hîngê Zeynefonî ev gelî ji bo xwerizgarkirinê bikar anîye, lê îro em dê bo kurtkirina rê û kêmkirina bûyerên trafîkê û hêsankirina rêya bazirganiyê tunelekê li Geliyê Zaxoyê çêkin. Hîngê bo şerî bikar dihat, lê îro ji bo aşitiyê û pêkvejiyanê bikar tê.


































