Îdî salek bû, wekî Şerê cîhanê yê duyemîn kuta bibû. Eskerên birîndar hospîtalên (nexweşxanên leşkeriyê) Yêrêvanê da jî hebûn. Du- sê meh carekê şagirtên dibistana me (yên komên 4-5 a) dibirine nexweşxanekî, ku nêzîkî dibistana me bû, wekî eskerên birîndar mijûl kin, konsertê çûk nîşanî wana kin. Ewana oda mezinda berev dibûn û me wanara distira, helbest dixwendin…