Li gor agahiyên ku bi peyamnêrê Rûdawê dane, ew 50 leşkerên rêjîmê bi alîkariya şervanên YPG yên ser bi PYD ve hatine Efînê û nexweşxane di bin tedbîrên tund yên ewlekariyê de tê parastin.
Her wiha YPG rê nade tu kes derbasî nav nexweşxaneyê bibin.
Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku YPGê 3 tankên rêjîmê ji balafirgeha Minixê anîne herêma Efîrnê.
Piştî nêzîkî 9 mehan ji dorpêçkirinê, îro serê sibehê grûbên Artêşa Azad ya Sûriyê dest danîn ser balafirgeha leşkerî ya Minixê ku dikeve bakurê Helebê.
Balafirgeha Minix ya yekemîn e li Sûriyê ku helîkopterên şerî yên artêşa rêjîmê li wir kom dibin. Rûdaw










































