Serrûpel Nûçe PWD: Me ji êrîşên PKK biparêzin!

PWD: Me ji êrîşên PKK biparêzin!

Belav bike

Yek ji endamên rêveberiya PWDê û endamê berê yê rêveberiya PKKê Nizamedîn Taş (Botan) di daxuyaniyekê de li ser navê PWDê ku li ser rûpa xwe ya Facebookê belav kiriye, PKK bi organîzekirin û pêkanîna êrişa duh (23.08.2013) a li dijî malbatên endamên PWDê li bajarokê Koyê yê Hewlêrê tohmetbar kir.

Nizamedîn Taş diyar kir ku di bûyera duh de yek ji êrişkeran bi navê “Mahmûd Cevahîr Ahmet” birîndar bûye ku ji aliyê wan ve hatiye girtin û radestî hêzên asayişa Koyê hatiye kirin û niha jî lêpirsîna wî didome.

Taş ragihand ku jixwe PKK her kesê ku jê vediqeta wek xayîn dide nasîn û herî dawî jî beşdarbûna PWDê di Kongreya Neteweyî ya Kurd ji aliyê wê partiyê ve hatiye astengkirin û wiha got: “Lewma êrişa herî dawî ya PKKê li dijî endamên partiya me dikeve çarçoveya nehîştina vê pirsgirêkê û tunekirina xayînan”.

Wî endamê rêveberiya PWDê her wiha gazinde ji Kongreya Neteweyî ya Kurd jî kir ku “guhdarî daxwaziyên PKKê û yên girêdayî wê” kirine û nehîştine PWD beşdarî kongrê bibe.

Di beşek din a daxuyaniyê de Nizamedîn Taş bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê û “bi taybet” YNKê dike ku ewlehiya wan dabîn bikin çimkî ev êrişên li dijî endamên partiya wan dê bidome û wiha tîne ziman: “Lê bila herkes bizanibe ku em ne li dijî PKKê ne û ne li dijî tu partî û hêzekê ne. Ligel ku em siyasetên xelet ên PKKê rexne dikin lê li gorî me PKK hêzeke neteweyî ya girîng e. Belê bo rexne û xebatê na bo şer û tunekirinê. Emê xebata xwe ya bo azadiya gelê kurd bidomînin.”

Li gor zanyariyên ketine destê Rûdawê, duh saet 19.00an di navbera endamên ku sala 2004an ji PKKê cûda bûyîn ku piraniya wan serkirdeyên berê yên PKKê bûn û çend çekdarên din ku guman tê kirin girêdayî PKKê ne şer derket. Di encama şer de çekdarek birîndar bû.

 

Li gor agehdariyan, çekdarê birîndar ji bo nexweşxaneya Silêmaniyê hatiye veguhestin û niha di bin çavdêriya pijîşk de ye.

 

Berpirsê ragihandin û peywendiyan ê asayîşa Rojhilatê Hewlêrê Adil Yasîn ji Rûdawê re ew nûçe piştrast kir, lê ji ber dosyeyekî ewlekariyê ye, amade nebû ti daxuyaniyekê bide. Navbirî wiha got: “Dosye di bin çavdêriyê de ye û emê bi hûrî lêkolîn bikin.”

 

Nîzamedîn Taş (Botan) ku yek ji serkirdeyên ji PKKê cûdabûyiye, tevî ku ew zanyarî piştrast kir, ji Rûdawê re wiha got: “Ew sê kesên êrişî xêzanên cûdabûyî yên li Koyê kirîn, ji kampa Mexmûrê hatibûn şandin û bi niyet bûn wan malbatan bikujin.”

 

Botan derbarê çekdarê birîndar de wiha got: “Me bi birîndarî girtiye û radestî asayîşa Koyê kiriye.”

 

Despêka şerê bi guleyan wiha dest pê kir; Di kameraya çavdêriyê ya endamên ji PKKê cûdabûne de derdikeve holê ku çend çekdar li wê navçeyê digeriyan. Piştî dûbare derketin û pirskirinê, di navbera wan de şer rûda. Rûdaw