AVESTA KURD - Di daxuyaniyeke çapemeniyê de, sekreterê giştî yê El Partî (Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê) Dr. Ebdulhekîm Beşar, got hêza wan ya eskerî amade ye ji bo ku herêmên Kurdî û gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê biparêze.
AVESTA KURD - Hat îdia kirin ku ji bo rewşa sihetiya Abdullah Ocalan ê ku BDP anî rojevê, hikumet heyetekî dixtor ên pispor şandiye Îmraliyê û ji alî dixtoran rewşa tenduristiyê Ocalan di çar branşan de hatiye qontrol kirin.
AVESTA KURD - Doza rewşenbîr û nivîskarê Kurd Musa Anter, ku di sala 1992 de li Diyarbekirê di encama êrîşekê de hatibû kuştin, li Diyarbekirê dest pê kir.
AVESTA KURD - Termê nivîskar, pêşmerge, rewşenbîr, siyasetvan û wezîrê rewşenbîrî yê berê yê Kurdistanê Felekedîn Kakeyî, bi amadebûnna serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û hejmareke mezin ji rewşenbîr, nivîskar û kesayetiyên Kurd, hate veşartin.