Serrûpel Nûçe Dîmenên 6 keçên Enfalkirî gihiştin Kurdistanê

Dîmenên 6 keçên Enfalkirî gihiştin Kurdistanê

Belav bike


Di civîna çapemeniyê de Aram Ehmed got: ‘’Piştî ku di rojnameyekê de behsa dîtina wan keçên windabûyî yên Kurd hat kirin, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ferman da ku em lijneyeke taybet bo vegarandina wan keçan pêkbînin û her çawa be lêkolîn bê kirin bo wergirtina agahiyên zêdetir.’’
Wezîrê Karûbarê Şehîdan wiha axifî: ‘’Me jî wek wezarê lijneyek pêkanî bo peydeçûna vê mijarê. Niha bi rêya Dr. Ruşdî Seîd me karî 6 dîmenên vîdyo bidest bixin ku wî bi xwe tomar kirine, li ji 6 navên lîsteyê ku li ber dest in, navê duyan lihev diçe û dema me berê xwe da wêneyên wan, derket ku ew herdu kes ne ew in, em çaverê dikin ku di demeke nêzîk de ji welatekî Erebî 2 dîmenên din ên vîdyo yên wan keçan bighin destê me.’’
Li ser pirsyareke BasNewsê gelo çima wezaret wan dîmenê wan keçan belav nake? Aram Ehmed wiha bersiv da: ‘’Wêne û dîmenên vîdyo yên wan jinan li ba me parastî ne û em nikarin bi hîç awayekî belav bikin heta negihin netîceyekê, gelo ew jin ew in ku malbatên wan li wan digerin an na? Herwiha şandina wan keçan bo Misir û Tunisê, beşek e ji tawanê jenosîdê ku dijî gelê Kurd hatiye kirin.’’
Piştre jî Ruşdî Seîd axifî û got: ‘’Ez her di nav hewldanê de me bo dîtina wan keçan û wek erkê xwe dibînim, ji bo vê mebestê jî me çend ekîp pêkanîne û em di wê baweriyê de ne ku dê wan vegerînin nav kes û kar û malbatên wan.’’
Piştre Aram Ehmed navê wan keçan xwend ku dîmenên wan ên vîdyoyê gehiştiye destê wan;

-Sebriye Ehmed Ebdulla (1951) ji Eşîreta Caf
-Necat Ezîz Ebas, di sala 1983’ê de hatiye girtin
-Dilcan Husên Elî (1970), ji Zaxo ye û di sala 1983’ê de hatiye girtin
-Necîbe Hesen, di sala 1989’ê de hatiye girtin, Kurdeke Feylî ye û ji navçeya Bedre û Cesan e
-Qedriye Ehmed Îbrahîm, ji Helebceyê ye û di zîndana Bexdayê de hatibû girtin
-Nadiye Hebîb, ji Kelar e.

BASNEWS –