Serrûpel Nûçe “Ew kes derewan dikin”

“Ew kes derewan dikin”

Belav bike

Buhara derbasbuyî moderatorê Civak û Siyasetê a TRT 6ê Mehmet Baki (ku em bi hev re tê de amade dibin), xebera ku AA ê dest bi weşana kurdî bike û ew nuha redaksiyonekê di kursa zimanê kurdî re derbas dikin, da min û pirsî ku gelo ez jî dikarim rojekê du rojan li ser gramera kurdî kursekê bidim, min got ‘helbet’.
Li ser vê, wî agahî da berpirsên AAyê ê kurdî. Di meha hezîranê de kursek hebû ku li gel berpirsê beşa kurdî ê Universîteya Artukluyê Prof. Kadri Yıldırım ; serokê beşa Kurdî yê Unîversîteya Muşê Ayhan Tek (Geveri) û mamosteyê zanîngehê Dr. Felat Dılgeş û ez jî amade bûm. Min du nîv-rojan li ser gramerê û zimanê rojnamevaniyê kurs dan redaksiyonê. Ew qas.
Ji bo agahdariya di vî warî de ez vê maîlê ji hin heval û dost û nasan re verêdikim.
Silav
Murad Ciwan