Serrûpel 2013 Cotmeh

Arşîva mehane: Cotmeh 2013

FLAŞ-Encamên Teqîna Hewlêrê

Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku di teqîn û êrişên vê dawiyê yên Hewlêrê tu kurdek beşdar nebûye û da zanîn, 3 kesên ku beşdarî teqîn û êrişan bûne hatine girtin û li sûcên xwe jî mukir hatine.

Binêrin welatiyekî ji Ahmet Turk çi xwest

AVESTA KURD - Di serdana xwe ya bajarê Kobanî de, hemwelatiyekî asayî li bajêr ji hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamenterê serbixwe Ahmet Tirk xwest ku paşnavê xwe biguhere.

Veşartina cenazeyê Şervan Salih Mislim (FOTO)

AVESTA KURD - Em wêneyên veşartina kurê hevserokê PYD, Şervan Salih Mislim...

Barzanî pêşwaziya Hemîdê Derwêş kir

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li bargeha xwe li Hewlêrê pêşwaziya sekreterê Partiya Pêşvero ya Demokrat ya Kurd li Sûriyê, Hemîdê Hecî Derwêş û şanda ligel kir.

Barzanî peyama sersaxiyê ji Salih Mislim re şand

AVESTA KURD - Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê ji hevserokê PYD Salih Mislim re şand...

Bila Pêvajoya Aştiyê xerab nebe

AVESTA KURD / Jiber gotina KCKê ku“me vekişinê sekinand”, gelê Başûra Rojhilatê heviya xwe şîkest. Gelê heremê ku 9 mehan jiyanekê aramî domand, nexwaze ku pêvajo neyînî bidawî bibe. Ji ber vê gel dixwaze ku alîgiran hêj hesas û berpirsiyar tevbigerin.

Hunermenda navdar Şeval Sam bi kurdî distirê

Hunermenda navdar Şeval Sam bi kurdî distirê

“Tirkiyê ne li dijî Otonomiya Kurdên Sûriyê ye“

AVESTA KURD - Wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, li bargeha xwe li Enqerê pêşwaziya şanda Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê kir.

Şanda BDP çû serxweşiya Salih Mislim

AVESTA KURD - Îro şanda BDP ku ji hevserokê KCD Ehmed, Aysel Togluk, û hevserokê BDP Selahedîn Demirtaş û Gulten Kişanak û parlamenterên Kurd pêk hatibû, derbasî Kobanî bû û çû serxweşiya malbata hevserokê PYD Salih Mislim, ku kurê wî berî 2 rojan li serê Kaniyê jiyana xwe ji dest dabû.

2 Kurd di bûyera Teqîna Hewlêrê de hatine girtin

AVESTA KURD - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku, qebareya weberhênana navxweyî, erebî û biyanî li Herêma Kurdistanê di hemû waran de bilind dibe. Barzanî her wiha da zanîn, encamderên teqînên Hewlêrê ji Sûriyê derbasî Kurdistanê bibûn. Serokwezî Barzanî di daxuyaniyekê de ji rojnameya Şerqulewset re diyar kir ku hemû deskeftên ku li Herêma Kurdistanê bi dest ketine, bi xêra aramiya rewşa ewlekariyê ne. Nêçîrvan Barzanî her wiha got ku, ew ji pilan û programên xwe yên avakirin û weberhênanê ku armanca wan pêşketina Herêma Kurdistanê ye, paşve nakişin. Derbarê teqînên roja 29 îlonê yên li Hewlêrê de jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku, grûpa teroristî ya ku êrîşên han encam dane ji Sûriyê derbasî nav Herêma Kurdistanê bibû. Nêçîrvan Barzanî got ku, hêzên asayişa Herêma Kurdistanê di demeke gelek kurt de karîn endamên wê grûpa teroristî bigirin. Serokwezîr Barzanî her wiha diyar kir ku, gefa li ser ewlekariya Herêma Kurdistanê ji Sûriyê tê, ji ber ku bandora rewşa li wir li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî heye. Nêçîrvan Barzanî got ku, parastina rewşa ewlekariyê, jiyana welatiyan li Herêma Kurdistanê ji wan re ji hemû tiştekî girîngtir e. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bal kişand ku, ew dest ji wan deskeftên mezin yên ku bi bawerî û piştgiriya welatî û dilsozên di nava hikûmetê de bi dest ketine, bernadin.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com