AVESTA KURD - Piştî ku Sekreterê Encumena Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNKê Adil Murad êrîşeke tund li ser hevpeymana xwe Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê ajot, Polîtbîroya PDKê ragihand ku ew dizanin Adil Murad rastî haleteke pisîkolojîk ya xirab hatiye.
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ragihand, ji ber ku Herêma Kurdistanê nehîştiye Hevserokê PYDê Salih Mislim derbasî Başûr bibe wan jî sînorê aliyê Rojava girtin.
AVESTA KURD - Ji bo hevdîtina ligel serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, hunermendê Kurd yê navdar Îbrahîm Tatlises, çû markêta kincan û ji xwe re taximek kirî.
AVESTA KURD - Hevserokê PYD Salih Mislim piştî ku lê hate qedexekirin ku di ser herêma Kurdistanê re derbasî Ewropa bibe, daxuyaniyek da û got, êdî rê bidin wî jî ew nayê Kurdistanê, ewê cihekî din bajarekî din bibîne ku ji wir biçe Ewropa.
AVESTA KURD - Hevserokê PYD ku ji bo derbasî başûrê Kurdistanê bibe û ji wir biçe Ewropa, ev çend rojin li ser sînore û destelata başûrê Kurdistanê rê nade ku ew derbasî başûr bibe.
AVESTA KURD - Nivîskarê Kurd û cîgirê neqîbê sendîkaya rojnamevanên Kurd - Sûriyê, Omer Koçerî, li başûrê Kurdistanê bajarê Hewlêrê duh bi şev qezayeke trafîkê derbas kir.