AVESTA KURD / Parlementerê BDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan bi wesîleya Cejna Qurbanê bi gel re civiya. Kaplan anî ziman ku Serokwezîr Erdogan bi daxuyaniyên xwe yê dawî bi "agir" dilîze û wiha got: "Kesê ku pêvajoya agirbestê xera bike Serokwezîr jî be, Padîşah jî be, kî dibe bila bibe, dê nikaribin ji bin vî barî derkevin û bên pelixandin."