AVESTA KURD - Parlementerê kurd yê parlementoya Sûriyê, Umer Osê, ku weke kesekî nêzîkî Beşar Esed tê naskirin, niha bi serdanekê li Herêma Kurdistanê ye. Osê di hevpeyvîneke bi Rûdawê re eşkere kir ku ji bo berpirsên kurd hinek peyamên Esed pê re hene û got “Esed razî ye ku pêşmerge bikevin Rojavayê Kurdistanê.” Osê partiyên Rojavayê Kurdistanê jî rexne dike û dibêje ku wan şaştî kirin dema ligel Beşar Esed rûneniştin. Osê berevaniya xwe kir ku bi wê yekê tê tometbarkirin ku girêdayî dezgeha sîxuriya Sûriyê ye û got: “Ez bi eşkere bi dezgeha sîxuriyê re rûdinim, lê hinek berpirsên kurd hene bi roj neyartiya rejîmê dikin û bi şevan jî pê re rûdinin.”