Serrûpel Nûçe HAK-PARê dest bi “Meşa Azadî û Aştiyê“ kir

HAK-PARê dest bi “Meşa Azadî û Aştiyê“ kir

Belav bike


Berî birêketinê dazaneke çapemeniyê hat xwendin. Di wê de,  li her kesekî azadî xwez, aştîxwez, ên ku kar û nan û jiyaneke mirovane dixwazin  hat kirin, ku HAK -PAR ji bo bi destxistina van daxwazan derdikeve qada xebatê.

Ew ê bi gel re hevdîtinan bikin; ji wan ra bernameya partiya xwe bidin naskirin, guhdariya gotin û daxwazên gel bikin. Di dawiya geşta xwe ya li Kurdistanê û hin bajarên rojavayê, HAK-PAR wê encama vê geştê wek rapor bidin hukumetê. Deng û daxwazên gel bînin zimên û ji bo cîbicîkirina wan daxwaz û hêviyan bixebitin.

Bajarê pêşîn ku karwana HAK-PARê diçê Meletye ye. Dûra Elezîz, Dêrsim, Agirî, Wan; Tetwan, Bitlîs, Batman, Diyarbekir, Ruha, Entab, Edene û Mersîn e. Ev geşt wê di neh (9) rojan de beê temamkirin.