Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, çarşemba dahatû destnîşan kiriye bo yekem rûniştina Parlamentoya Kurdistanê ku têde serok û cîgirên serokê Parlamentoya Kurdistanê tên diyar kirin.
Sekreterê Polîtburoya PDK’ê Fazil Mîranî di dema dengdana hilbijartina Sendîka Parêzerên Kurdistanê de got: ‘’Partiya Demokrata Kurdistanê ligel wê yekê ye ku hemû aliyên siyasî hev bibînin, gotûbêjan bikin û bighin rêkeftinekê bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê.’‘
Derbarê namzetê PDK’ê de jî bo postê serokwezîrê Herêma Kurdistanê, wiha axifî: ‘’Ji postê serokwezîrê dahatû yê Kurdistanê jî Nêçîrvan Barzanî hêjatirîn kes dibînim. Herwiha gelek kesên me hene bo postê serokwezîr.’‘
Mîranî wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Em wek PDK’ê ne ligel piştguhxistina hîç aliyekî ne û mixalefetê wek serkeftiyên hilbijartinê dibînin. Hîç sedemek nîne bo piştguhxistina mixalefetê, emê bi hev re rûnin heta bigihin rêkeftinekê.’‘
 	Fazil Mîranî da zanîn ku heta niha ji bo pêkanîna kabîneya nû ya  hikûmetê tu danûstandin an jî gotûbêjên fermî dest pê nekirine û  axaftina xwe wiha qedand: ‘’Çi aliyek nêzîkê PDK’ê be emê destpêkê li wî  alî dest bi gotûbêjan bikin. Herwiha tu mercên me bo hîç aliyekî nînin û  şertan ji hîç aliyekî jî qebûl nakin.’‘ Basnews
                










































