Ev civîna ku li dîwana serokatiya herêma Kurdistanê hate çêkirin, piştî mehekê ji rawestandina xwe hate çêkirin. Ev civîn pêwîst bû berî mehekê bihatiba çêkirin, lê wê demê Komîteya Amadekar ji ber sedemên “teknîkî” nikaribû civîna xwe çêbike.
Li gora daxuyaniyeke ku ji Komîteya Amadekar derket, ku kopiyek jê gihişte Avesta, sedema paşvexistina lidarxistina Kongreyê Hem siyasî hem jî teknîkî ye.
Komîteyê, ku nûnerên her çar perçeyên Kurdistanê têde hene, ji ber van pirsgirêkên ku bikare çareser bike, lêborîna xwe ji xelkê Kurdistanê xwest.
Komîteyê her wiha got ku ewê civînên xwe berdewam bike û hewl bide pirsgirêkên hene çareser bike.
Divabû Kongre di meha Îlona vê salê bihatiba lidarxitin, lê ji ber hilbijartinên herêma Kurdistanê hatibû paşvexistin.
Lê ew di encamê de çênebû.
Kesek heta niha nizane wê çêbibe yan na!
AVESTA KURD












































