Serrûpel 2013 Mijdar

Arşîva mehane: Mijdar 2013

“Eger Ahmet sax ba wê li cem Barzanî ba“

AVESTA KURD / Hevsera hunermendê Kurd yê navdar Ahmet Kaya, Gulten Kaya beşdarî programa CNN Turk ya bi navê 5N 1K bû û got, eger Ahmet Kaya sax ba wê li kêleka Barzanî ba.

Zoya klîpa Serê Kaniyê çêkir

AVESTA KURD - Hunermenda Rojavayê Kurdistanê Zoya vîdyo klîpeke nû li ser Serê Kaniyê çêkir.

Berpirsiyarekî bilind yê PKK diçe Îmralî

AVESTA KURD - Li gora hinek idîayan berpirsiyarekî bilind yê PKK wê biçe Îmralî û ligel Ocalan bicive.

Bergumanekî kuştina zêrevanê Talabanî hate kuştin

AVESTA KURD / Asayîşa Silêmaniyê daxuyaniyek belav kir û têde ragihand ku, wan bergumanekî kuştina berpirsiyarê Zêrevanên taybet yê Talabanî Serwet Hemereşîd, destnîşan kirin û bi emrê dadwer çûne mala wî ji bo ku bigirin, lê wî li ber xwe da, şer di navbera wan û wî de derket, di encamê ew û polîsekî asayîşê hatine kuştin.

Barzanî: Hemû alî dixwazin tevlî hikûmetê bibin!

Piştî ku digel Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê civiya, Nêçîrvan Barzanî ku bi erkê avakirina hikûmeta nû ji aliyê partiya xwe ve hatiye spartin û şanda PDKê serdana Komela Îslamî ya Kurdistanê li Hewlêrê kirin.
video

Hevpeyvînek ligel lîstikvanê navdar Egîd Ebû Şehab

Hevpeyvînek ligel lîstikvanê navdar Egîd Ebû Şehab

Nizamettin Ariç jî dixwaze vegere

AVESTA KURD / Nîzamedin Arîçê ku li Almanya dijî di têlefonê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: " Ev 33 sal in ku ez nikarim bêm Tirkiyê. Ez dixwazim bêm Tirkiyê, lewra ez bi kêfa xwe, bi dilê xwe nehatim vir. Piştî ku min straneke bi kurdî got jiyana min guherî."

“Ji xeynî YPG tu hêzeke din nayê qebûlkirin“

AVESTA KURD / Hevserokê PYDê Salih Mislim, îdia kir ku ji ber ku partiyên Rojava yên nêzîkî PDK ji wan “nîvê destkeftên aborî” û pêkanîna hêzeke çekdarî ya din xwestine û wan jî ev daxwazî red kirine, lewma PDK û partiyên nêzîkî wê ji Rojava hêrs bûne. Mislim her wiha diyar kir ku ew li gorî “Rêkeftina Hewlêrê” tevdigerin.

Serdana servegêrê aşitiyê ji bo Amedê çi dîrokek bû!

Receb Teyb Erdogan kesatiya biwêrek ya turkiya ku eve ji sala 2003ê wê ve serokwezîranê welatê xwe ye turkiya ji welatekî qerizar û xudan aburek seqet û pirî arîşe û gendell kire yek ji başitirîn û mkumtirîn aburên dunyayê û gihande rêzên başitirîn bîst aburên cîhanî ko berhemê gşitî yê navxoyî yê tirkiya bi çar caran ji berê zêdetirkr û çendîn çaksazî û rêwşwênên nû pêxemet çalakkirina kertên bazirganî, weberhênan , pîşesazî û xizimetguzarî girtine dest û hîn jî razî nebû û beruvajî deshelatdarên pêşî xwe yên turkiya bijîrahî destda çaksaziyên siyasî û dîmokrasî û desturî jî.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com