Serrûpel Nûçe Rojnamevan Kîwmers Hisên wefat kir

Rojnamevan Kîwmers Hisên wefat kir

Belav bike
Hevsera wî Şoxan Mihemed daxuyaniyek da û têde ragihand ku ji roja sêşemê de rewşa mêrê wî gelekî xerab bû ye û wî gelek xwîn wenda kiriye û pêwîstiya wî bi xwînê hebû, lê xwîna O+ bi dest wî neketibû, bi qasî ku dihate xwestin ew cure xwîn di bankê de nehatibû dîtin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo dermankirina wî, ragihandibû ku ew amade ye hemû mesrefê dermankirinê bide û wî bişînin derve, lê belê berî ku ji bo derve were şandin, jiyana xwe ji dest da.

Kîwmers Hisên di televîzyona KNN de li Silêmaniyê kar dikir.

Ew ji rojhilatê Kurdistanê bû.

AVESTA KURD

Şeva borî rojnemavan Kîwmers Hisên li nexweşaneya hawarçûnê ya bajarê Silêmaniyê koça dawî kir.

Hevsera rojnamevan Kîwmers Hisên, Şoxan Mihemed ragihand ku ji roja sêşemê de, tenduristiya Kîwmers xirab bûbû, pizîşkan rêjeyeke mezin a xwîna curê O+ xwestibûn û rêjeya mezin li banka xwînê bi dest nakeve.

Rojnamevan Kîwmers Hisên ev demek bû bi nexweşiya pencşêrê ketibû û biryar bû li ser hisabê Serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo dermankirinê biçe dervey Herêma Kurdistanê, lê ji ber xirabiya tenduristiya wî, şeva borî bo nexweşxaneya hawarçûnê ya Silêmaniyê hat veguhastin û li wir jiyana xwe ji dest da.

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/121220131#sthash.sv6e41Wf.dpuf