AVESTA KURD / Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê Dr. Fûad Husên, mêvanê bernameya Kevana Sor a kanala Rûdaw bû. Wî di vê hevpeyvînê de behsa hokarên negirêdan û paşxistina kongreya neteweyî ya kurdî kir û got: “Heta pirsgirêka di navbera PYD û partiyên Rojavayê Kurdistanê de neyê çareserkirin, kongreya neteweyî nayê girêdan.” Herwiha behsa pêkanîna kabîneya bê û kêşeyên navxwe yên YNK û beşdariya opozisyonê di hikûmetê de kir.