AVESTA KURD / Cîgirê fermandarê Hêzên Mudaxeleya Lezgîn li herêma Cezîrê, Idrîs Kermî (Bavê Salar) ji aliyê çekdarên nenas ve, di encama êrîşekê de hate kuştin.
AVESTA KURD / Di operasyona gendeliyê de ku roja 17 vê mehê li Tirkiyê dest pê kiribû, zarokên 4 wezîrê Tirk, destê wan jî di standina ruşwetan (bertîl) de hebû.
AVESTA KURD / Li gor nûçeyeke ajansa tirkî Anadol, şanda partiya BDP ya di bin serokatiya Selahattîn Demîrtaş de, piştî pêkanîna hevdîtinên xwe ligel rayedarên partiya YNK, wê biçe Qendîlê û li wir hevdîtinê ligel Cemîl Bayik pêk bîne.
AVESTA KURD / Dengbêja navdar a kurd eyşe şan seranserê jiyana xwe di nav xerîbî, derd û keserê de derbas kir. Îro jî 17’emîn salvegera mirina wê ye. Niha jî çîroka jiyana wê ya 58 salî tê ser ekranê.
AVESTA KURD - Ev zarok biraziyê hunermend Zubêr Salih e. Koçber e, tevî malbata xwe koçberî Nisêbînê bû ye. Ew kurê Hisên Salih e, navê wî jî Zubêr Salih e. Temenê wî 4 sal û 6 meh in.
AVESTA KURD / Endamê Desteya Bilind a Kurd (DBK) û rêveberê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl diyar kir ku ji bo wan Peymana Hewlêrê ya ku di navbera Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) de hatî îmzekirin giring e. Xelîl da zanîn ku nabe Cenevre 2 bibe Lozan û destnîşan kir ku ew dixwazin berî wê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bê îlan kirin.