Serrûpel Nûçe Berpirsiyarê Stêrk TV êrîşî Îsmaîl Beşikçi dike

Berpirsiyarê Stêrk TV êrîşî Îsmaîl Beşikçi dike

Belav bike

Wijdan li ku ma, Ferda? Ismail Beşikcî ҫi dijminitî bi gelê kurd re kiriye? Vî camêrî 20 salên xwe di zindanan de derbas kirine. Gelo ne ji bo kurdan bû? We digot ew kila ҫavên hemû kurdan e, ҫima ji nîşkan ve bû kelemê ҫavên hemû kurdan? Wî duh jî digot mafê kurdan e serbixwebûn e, îro jî heman tiştê dibêje. Lê hûn? We duh digot Kurdistana serbixwe, û kesê ku ev yek nedigotin we ew mina xayînan bi nav dikirin. Niha hûn dev ji serxwebûnê digerin û herkesê ku serxwebûna kurdistanê diparêze xayîn dibînin. Camêr vê bêpergaltiya we rexne dike. Hûn dibêjin “xweseriya demokratîk”. Gelo, tu bi xwe dizanî xweseriya demokratîk ҫiye? Ka destê xwe deyne liser wijdana xwe û ji me re bêje tu ҫi ji vê gotinê fêm dikî.
Em di sedsala 21 an de ne, lê hûn nahêlin mirov devê xwe vekin, hûn nahêlin kesek we rexne bike. Wê demê divê em ji her tiştên hûn dikin re tenê bêjin amîn? Gelo, ger me got amîn, wê ev koletiya me bikaribe xizmeta gelê kurd bike? Niha hûn dixwazin birêz Ismaîl Beşikҫi jî bibe sofî û li ber kêmasiyên we jî bikev e zikrê. Nebû ,bira, nebû!