Peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo hate girtin
Îro li rojavayê Kurdisanê li Qamişlo, peyamnêrê Rûdawê Pêşewa Behlewî di dema şopandina topbarankirina duh ya Qamişlo de, li taxa Kornêş, ji aliyên hêzên ewlekariya Sûriyê ve hate girtin.
Xortekî din ji Helebçe li rojava hate kuştin
AVESTA KURD - Xortekî 20 salî ji Helebçe, li rojavayê Kurdistanê li derdora Qamişlo hate kuştin.
“Emê benzînê bi ser agir de nekin”
Rêberê PKK Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya îro li gel heyeta BDP û HDP’ê de diyar kir ku ji bo pêvajoya aştiyê bi şêweyên rast bigehe armanca xwe, xebat dike û wiha got: “Êdî pêvajo ne di rewşa ku bikare ne cidiyetê û bê huquqiya zagonî rake deye.”
Ji bo çenteyekî xwe şilf û tazî kir
AVESTA KURD / Lîstikvana spanî ya navdar Penelope Cruz ji bo ku reklama çenteyê Loewe bike, xwe tazî kir.
Êzîdî wê gotinê bi kar naynin
Di wêja û çanda serdestan de, û di nav civakê de jî êzdî neqencperest dane nasîn. Derfet ji êzdiya re nebûye xwe bidin nasîn. Bi hatina Ewropa re, êzdiya derfet hebûye, û pêre jî deng û rengê wan ji aliyê raya giştî û ji aliyê rewşenbîran ve hatiye dîtin û nasîn. Lê ew mohra “neqenc” hêjî bandora xwe didomîne. Lê di rastiyê xwe de, êzdî ne ku neqenc perestin, ew di wê baweriyê de ne, ku xêr jî, şer jî, ji heman navendê tê. Ango; xêr jî, ji Xwedê tê, şer jî.
Li Mêrdînê Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê
Li Mardînê di 15 û 17ê gulanê de dê 6emîn Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê bê lidarxistin. Zimanê kongreyê dê kurdî be.
Pîrozbahiyek û rastiyeke dîrokî
Di navbera salên 1965-1971 ê da Zubeyir Axa (Yıldırım), Berpirsyarê Herêma Mêrdînê yê Partiya Demoqrata Kurdistana Tirkiya yê bu; ku ev rêxistin 11 yê Tirmeya 1965ê li bajarê Amedê ji terefê me 5 kesan va hatibû avakirin.
Mele Elî Kelek Mîza xwe vexwar
AVESTA KURD / Piştî ku melayê bi navê Elî Kelek ê devera Kelekê ya Hewlêrê li Başûrê Kurdistanê, li ser ekrana Rûdaw TV û bi awayekî zindî mîza xwe vexwar û bername terikand, hinek alîgirên wî wek piştgiriya wî li hember avahiya giştî ya Tora Medyayî ya Rûdawê kom bûn.
Seyda: Şer di xizmeta rejîmê de bû
AVESTA KURD / Endamê Kurd ê desteya siyasî ya Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Ebdilbasit Seyda derbarê şerê vê dawiyê yê navbera YPGê û grûpên çekdarî li bajarokên Til Hemîs û Til Birakê de, diyar kir ku ew şer bi tenê di xizmeta rejîma Beşar Esed de bû.
Xortekî Kurd derbasî The Voice bû
AVESTA KURD - Mêvan Salih, xortekî ji başûrê Kurdistanê ji Amêdî ye. Bi dengê xwe yê xwe beşdarî programa The Voice bû, ku di televîzyona erebî MBC de tê pêşkêşkirin. Ew kurê hunermend Salih Amêdî ye.



































