AVESTA KURD - Li Tirkiyê amadekarî ji wê yekê re tê kirin ku kurê serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan Bilal Erdogan jî di encama lêpirsînên operasyona gendeliya ku li Istanbulê dest pê kiribû, were girtin.
AVESTA KURD / Li Parîsê hevserokê PYD Salih Mislim di axaftineke xwe de got ku Qamişlo rizgarkirî ye û tenê balafirgeh û Taxa Tey di bin destê rêjîmê de ne. Mislim diyar kir ku ew tenê xwe diparêzin û sîstema herî baş ji bo îdarekirina Sûriyê sîstema federal e.
AVESTA KURD - Cîgirê berpirsiyarê Peymangeha Pêwendiyên Derve di hikûmeta Herêma Kurdistanê de Dîndar Zêbarî beşdarî programeke televîzyona Rûdaw bû û bersiva pirsên di derbarê serdana Ban Ki moon û beşdarbûna di Cinêv2 de da.
AVESTA KURD / Kampa penaberan ya Yermûkê ji aliyê rejîma Esed ve hat dorpêçkirin û jimara kesên ku ji birçîna mirin derket 44an. Malbateke filistînî ya ku ji 7 kesan pêk tê û ji birçîna mecbûr man ku goştê pisîkê bixwin û bi jehrê ketin.
AVESTA KURD - Berpirsiyarê televîzyona NRT û xwediyê şîrketa Nalia, Şahsiwan Ebdilwahid, dema ku ji Ewropa dihat û dixwest di balafirxaneya Silêmanyê re derbasî Kurdistanê bibe, polîsên balafirxaneyê 500.000 Dolarên Emerîkî di çenteyê wî de girtin.