Salih Gedo bi kê re rûniştiye?!
AVESTA KURD - Berpirsiyarê pêwendiyên derve di Kantona Cizîrê de ya rojavayê Kurdistanê Salih Gedo got, ew bi berpirsiyarên Îraqî re civiyane û wan li ser pêwendiyên bazirganî gotûbêj kirine.
Nivîsa Evdila Dirêj: Cahîle
Evdila Dirêj li ser jinên ku weke "Alîme" hatine binavkirin dinivisîe...
PDK, bersiva PKK û PYD da
Berdevkê polîtburoya Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) Cefer Emînkî duhî got hinek medya û berpirsên ji “baskê radîkal” yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), tohmetên bêbingeh bi PDK-ê ve dikin û daxuyaniyên nersat di heqê prosesa aştiyê li bakurê Kurdistanê û Kongreya Netewî ya Kurdî de didin.
Meşa ji bo Esed
AVESTA KURD - Li bajarê Qamişlo meşeke mezin ji bo piştgiriya serokê Sûriyê Esed hate çêkirin.
Romana Silêman Demir “Li Parka Bajêr“ derket
Romana Silêman Demir a bi navê Li Parka Bajêr di nav weşanên Do de derket. S. Demir bi zimanekî herikbar û hêsan, çîrokeke ku ji evînê, xwînê û karê polîsan pêk tê, vedibêje. Cîh, bajarekî Swêdê ye. Ew bi vê romanê, xwendevanên xwe vedixwîne nav jiyana Swêdê.
Xetoyê Dêrîkiyan di malê de şewitî
AVESTA KURD - ew di nava xelkê de weke Xeto navdar bû, lê navê wî yê rastî Hatip Onen bû. Di 81 saliya xwe de mir. Mirina wî ne normal bû, agir bi mala wî ket, ew jî têde şewitî.
Dizeyî: Bexda û Hewlêrê li hev nekirine
Hisên Şehristanî cîgirê serokwezîrê Îraqê bo karûbarên enerjiyê daxuyaniyek daye çapemeniyê ku, qaşo di civînên vê dawiyê yên navbera Hewlêr û Bexdayê , ew digel hikûmeta herêma Kurdistanê li ser mesela hinartina nefta herêma Kurdistanê bo derve bi rêya kompaniya Somo gihiştine rêkeftinekê.
Beşar: PYD bi avakirina Kantonan şer dixwaze
AVESTA KURD / Sekreterê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El Partî) û Ebdilhekîm Beşar beşdarî televîzyona Al Cezîre bû (ya bi tirkî) û têde li ser kantonên ku PYD li rojavayê Kurdistanê ava dike axifî.
2 afîşên dîrokî yên fîlmên bi mijara kurdî
AVESTA KURD / Dema me di derbarên filmên li ser kuradan da agahdarî kom dikir, li tora civakî ya Internet`ê (li fondên sînêma Rûsyayê) du afîşên balkêş yên bi zimanê rûsî li ber çavên me ketin, ku afîşên fîlmên li ser gelê mene. Em bawerin, ku çapemenîya kurdî hela ev afîşên dîrokî neweşandîye. Dêmek, afîşek ya fîlma «Zerê» ye, ku sala 1926-a çap bûye, lê afîşa dinê ya fîlma «Kurdên êzîdî» ye. Afîşa dawî sala 1932-an hatîye çapkirinê.

































