Serrûpel 2014 Şibat

Arşîva mehane: Şibat 2014

Êdî Desteya Bilind namîne

AVESTA KURD / Hevserokê Meclîsa Rojavayê Kurdistanê Ebdulselam Ehmed got, wê hemû dezgehên ser bi Destela Bilind ve ji bo Rêveberiya Demkî werin teslîmkirin.

Serokê PKK li ser vîdyoyên xwe çi got?

AVESTA KURD / Şanda BDP-HDP’ê di daxuyaniya xwe ya piştî hevdîtina bi Serokê PKK Abdullah Ocalan re pêkanî de da diyar kirin ku, Ocalan gotiye; “dîmenên vîdeoyê yên ku di rojên dawî de hatine weşandin bi armanca xelaskirina pêvajoya çareserî yan jî bê îtibarkirin weke pilanekî veşartî hatine montajkirin.”

Vegeriya welat

Piştî geştekî ji bo Ewrupa û serdana her yek ji welatên Awusturya (Nemsa), Belçîka û Elmanya û her wiha beşdarîkirina Korbenda Aboriya Cîhanî li Davosa Swîsre, îro şemî 08/02/2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê vegeriya Kurdistanê.

Her xêliyek bi 50 Dolarî ye

AVESTA KURD / Li herêma Kurdistanê di kampên ku penaberên sûriyê de dimînin zewac her ku diçe zêde dibe. Ji ber vê jî di kampan de ji bo keçan dikanên xêliyan hatin vekirin.

Barzanî beşdarî Olimpiyadên Sochi dibe

AVESTA KURD - Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di rojên bêde wê serdana Rusya bike û biçe beşdarî olimpiyadên zivistanê yên sala 2014 de bike ku duh li bajarê Sochi yê Rûsya dest pê kirin.

Teqînek li ber mala rêveberê TEV-DEM çêbû

Îro bombeyek li ber mala endamê desteya rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ebdilkerîm Omer li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê teqiya û di encam de kesek bi giranî birîndar bû.

Ev rojnamevan diçin cem Ocalan

Rojnameya tirkî Birgun navê rojnamevanên ku biçin serdana serokê PKK Abdullah Ocalan eşkere kir.

Beha Şêxo piştî 9 salan vegeriya Qamişlo

Beha Şêxo piştî 9 salan vegeriya Qamişlo, ka çi dibêje?

“Komele” makyaj li spîkerên jin qedexe kir

AVESTA KURD - Polîtbîroya Komeleya Îslamî li Kurdistanê di televîzyona xwe de ya bi navê Peyam qedexe kir ku spîkerên jin xwe makyaj bikin. Her wiha, bêjerên jin di kincên xwe de jî ne serbest in, birêvebirê giştî yê televîzyonê biryara lixwekirina kincan dide.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com