Serrûpel Nûçe Barzanî nexwest Ocalan li Îmralî bibîne

Barzanî nexwest Ocalan li Îmralî bibîne

Belav bike

Tê îdîa kirin ku daxwaz ji Barzanî hatiye kirin daku serdana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocan bike. Di vê derbarê de çavkaniyeke nêzîkê Serokê Herêma Kurdistanê ji BasNewsê re got: ‘’Demeke desthilatdarên Tirkiyê daxwaz ji Barzanî kirine ku serdana Ocalan bike, lê Barzanî nexwest di zîndanê de Ocalan bibîne û gotiye naxwaze serkirdeyekî Kurd di zîndanê de bibîne.’‘

Hêjayê gotinê ye 3 meh berî niha Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê kir û ji aliyê Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve hat pêşwazîkirin.

Îro jî Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Cafer Êminkî di gotarekê de ku li bajarê Diyarbekirê bi helkefta bîranîna Mele Mistefa Barzanî pêşkêş kir, behsa vê daxwaza Tirkiyê û helwêsta Barzanî kir.

BasNews (Hewlêr)