Rojnamevanê kurd û karmendê Rûdawê Biradost Ezîzî, duh li bajarê Silêmaniyê bi hêceta xirabkirina navê PYD û serkirdeyên wê hat darizandin lê bi tohmeta ku bi qaçaxî sînor derbas kiriye, hat girtin.
Biradost Ezîzî, ku li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye, sala 2004an piştî serhildana Qamişlo ji aliyê rêjîma Sûriyê ve ji zanîngehê hat avêtin ji ber wê jî neçar ma derbasî Başûrê Kurdistanê bibe û xwendina xwe bidomîne. Rûdaw











































