Piştî hiştina wan bo dema 4 saetan di zîndanê de ku çavê wan jî girtibûn, çend çekdarên din ew veguhestine bargehekê û ji wan re gotibûn ku “hûn di kenalên xayinan de kar dikin û ji ber vê yekê em dê we ji Rojava derbikin û eger hûn careke din hatin em dê we bikujin.”
Piştre ew anîn ser sînorê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê beramberî xala sînorî ya Sihêla û dest û çavên wan vekirin û gotine wan “divê hûn biçin Herêma Kurdistanê, cihê we li Rojava nîne ji ber ku hûn xayin in.”
Ev revandin û derkirin di demekê de ye ku mohleta karkirinê weke rojnamevan ji aliyê Dezgeha Ragihandina Azad û Asayişa Kantona Cizîre ve ji Pêşewa Behlewî re hatiye dayîn.
Me wek Tora Medyayî ya Rûdawê, çar rojan ji aliyê saziyên PYD ve derbarê nasnameya wê grûpa ku li dijî wî hevkarê me ew kiryarên êrişkarane û binpêkariyane kiriye, lêkolîn kiriye lê saziyên PYDê bêagahiya xwe ji vê yekê nîşan didin.
Em wek Tora Medyayî ya Rûdawê, di heman demê de ku vê nûçê eşkere dikin, bi tundî wê êrişa li dijî hevkarê xwe Pêşewa Behlewî her wiha rojnamevan Rodî Îbrahîm şermezar dikin û vî karî wek karekî dijî azadî û karê rojnamevaniyê bi nav dikin. çimkî ev, tirsandin û teror e li hember rojnamevanan, her wiha ev kar karekî dûr ji pîvan û exlaqê hemû saziyên sivîl, siyasî û serdemiyane ye.
Em her wiha li vir radigehînin ku Pêşewa Behlwî vedigere mala xwe ya li bajarê Qamişlo û li ser karê xwe wek karmendê Tora Medyayî ya Rûdawê û li ser bingeha prensîbên rojnamevaniyê berdewam dibe.
Em berê gotina xwe didin berpirsên Kantona Cizîrê û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û dibêjin, hûn berpirsê parastina canê Pêşewa Behlewî ne, hûn jî divê li gorî wê berpirstiyê azadiya kar û canê Pêşewa Behlewî û hemû rojnamevanan biparêzin ku di nav sînorê desthilat û îdareya we de kar dikin.
Tora Medyayî ya Rûdawê
21/4/2014











































