AVESTA KURD - Ev demeke dîsa krîzeke siyasî ketiye navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya di bin serokatiya Mesûd Barzanî û Partiya Karkerên Kurdistanê ya di bin serokatiya Abdullah Ocalan de. Her çiqas sedemên wê krîzê gelek bin, lê sedema sereke ku niha di rojevê de ye, pirsa Rojavayê Kurdistanê ye.