Akif Hasan li ser kolandina “Xendekê“ dinivsîne
Bi rojane PYD-PKK şerê li ser xendeka ku li aliyê başûrê Kurdistanê hatî kolan dike. Yekî xerîb hayê wî ji meselê tine be guhdarî nûçeyên ji televizyonên van herdu partiyan bike wê ji xwe re bêje, gelo ev xendek di dilê kurdên Rojava re derbas dibe. Yê nezanibe wê bifikire ku rayedarên Başûr ji vê xendekê pêvetir ti xendekên din nekolane.
Ax û gihayê ber deriyê Ocalan dixwin
AVESTA KURD - Di rojbûna serokê PKK Abdullah Ocalan de, hejmareke mezin ji Kurdan çûne gundê ji dayîkbûna wî Amara.
“Emê çarenûsa xwe ne bi dizî lê eşkere ragihînin“
AVESTA KURD / Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, diyar kir ku her gava ku kurd gihîşt wê baweriyê ku çarenûsa xwe diyar bike vê yekê vi dizî nake dê bi eşkere bike û got ku êdî wê çaxê Bexda dibe cînarê me.
Yaşar Kaya piştî 20 salan vedigere Tirkiyê
AVESTA KURD - Siyasetvan û nivîskar Yaşar Kaya, piştî salan vedigere Tikriyê. Kayar diyar kir ku, wî pişrsgirêkên xwe yên bi dozgeriyê re çareserkirin û êdî tu astengiyên hiqûqî li pêşiya wî neman ku venegere welat.
Peyama serokwezîr
Peyma serokwezîrê Kurdistanê bi minasibeta 11saliya jinavbirina rijêma Sedam Hisên li Îraqê:
Barzanî pêşwaziya şanda PDK-S kir
Îro çarşem 09.04.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Si'ud Mela Sekreterê nû yê Partiya Demokrata Kurdistanê li Suriye û Endamên Serkirdayetiya wê partiyê kir û li gel wan civiya.
Hewlêr: Polîsan her 3 kujer girtin
AVESTA KURD - 3 kesan ciwanek li Hewlêrê bi blokan kuştibûn û reviya bûn. Îro di daxuyaniyekê de berdevkê de polîsên parêzgeha Hewlêrê Raîd Karwan Şêx Ebdulkerîm eşkere kir ku ew her 3 kes ji aliyê polîsan ve hatine girtin.
Bi 2000 jin re raza ye
AVESTA KURD - Lîstikvanê sînemayê yê navdar Charlie Chaplin, ku li sernaserê cîhanê naskirî ye, bi 2 hezar jin re raza ye. Li gor pirtûka ku Peter Ackroyd li ser jiyana Chaplin nivîsandiye, ew li dijî jinan hişk bû ye. Ew di 88 saliya xwe de 4 caran zewiciye, lê dîsa jî ew li hember jinan nefis tenik bû ye û her demê dilê wî jin dixwestin.
Siûd Mele bû sekreterê PDK-S
AVESTA KURD - Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûriyê (PDK-S) li Hewlêrê hate damezirandin.
Jan Dost bi romana xwe ya 5 tê
Hewlêr/ Avestakurd: Wek tê nasîn romannivîsê kurd Jan Dost, ku berî demekê li hinek bajarên herêma Kurdistanê Mîrnameya bi soranî imze kiribû, heta niha ҫar roman bi zimanê kurdî, zaravayê kurmanciya jorîn û bi tîpên latînî belav kiribûn.



































