Serrûpel Nûçe Di qezaya trafîkê jiyana xwe ji dest da

Di qezaya trafîkê jiyana xwe ji dest da

Belav bike


Şervanê YPG’ê yê bi navê Mihemed Xêr Remezan bi nasnav Şiyar îro ji ber qezayeke tirafîkê li bajaroka Til Marûf ya girêdayî bajarê Tirbespiyê dema bi erka xwe ya parastinê radibû, bi giranî birîndar bû. li ser vê yekê Şiyar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya bajarê Qamişlo, li vir tevî hemû hewl danên bijîşkan Şiyar jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Şiyar ji vir rakirin mizgefta Enteriyê ya bajarê Qamişlo. Tê payîn ku sibe saet di 10.00’an de cenaze bi merasîmekê oxir bikin û dê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo bête spartin. anf