Serrûpel Nûçe PYD tevlî hilbijartinên Esed dibe

PYD tevlî hilbijartinên Esed dibe

Belav bike

Mislim ji ajansa farisî Kurdpress re, got: ‘’Eger Esed îtîrafê bi mafên Kurd bike dikare hêzên xwe li Rojavayê Kurdistanê belav bike.’‘

Mislim ji bîr kir ku bêje, hêzên rêjîmê berê li herêmê Kurdî hene, û mezintirîn bajarê Kurdan Qamişlo ku Kurd weke paytexta xwe dibînin û di bin destê rêjîmê de ye.

Muslim di derbarê hilbijartinan de diyar kir ku “Çêdibe Sûriye çend sindoqên hilbijartinê li hinek bajarên Rojavayê Kurdistanê jî deyne, lê belê Kurd dengê xwe nadin Beşar Esed. Herwiha Esed dikare hêzên xwe li bajarên Rojavayê Kurdistanê belev bike, lê bi mercê ku îtirafê bi mafê Kurd bike.’‘

Muslim da zanîn ku hilbijartinên serokatiya Sûriyê li derdora Firokexaneya Qamişlo û çend navendên Hesekê dê were kirin.