Serrûpel Nûçe Serok Barzanî çû serdana Urdunê

Serok Barzanî çû serdana Urdunê

Belav bike
Biryare serdana Serokê Herêma Kurdistanê ya welatê Urdin çend rojek dom bike û têda çendîn kombûn li navbera Şahê Urdin û Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel bê encamdan.

Li van kombûnan de behsa pêşxistina peywendiyên aborî û çandî û bazirganiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Urdinê bê kirin ku li xizmeta her du aliyan û Iraqê jî da be.

Hêjayî gotinêye şandek ji berpirsên hikûmî ya Herêma Kurdistanê li vê serdanê da li gel Serok Barzanî beşdar dibin ku ji birêz Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Kerîm Sincarî Wezîrê Navxo, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve pêkhatiye.