Serrûpel Nûçe Pereyên petrola Kurdistanê di HALK BANK de ne

Pereyên petrola Kurdistanê di HALK BANK de ne

Belav bike
Herêma Kurdistanê diyar kir ku pereyê hatiniya nefta ku ji ser Tirkiyeyê re difroşin bazara dinyayê dê li Halkbankê bê razandin.

Li ser malpera fermî ya hikûmeta herêmê daxuyanî hat belavkirin û ji bo firotina neftê wiha hat gotin: “Li gor sepandina Destûra Binehîn a Iraqê ji bo xurtkirina aboriya Iraqê nefta xam ya ku li Ceyhanê tê depokirin cara ewil hat firotin.”

Hat destnîşankirin ku şeva borî keştiyeke ku nêzî milyonek warîl neft lê hatiye barkirin ji bendera Ceyhanê veqetiya û berê xwe da Ewropayê û daxuyaniyê wiha dewam kir: “Bi vê sewqiyatê firotina ewil a neftê dest pê kir. Nefta ku ji ser Tirkiyeyê re diçe bi xeta boriyê ku bi destê Rêveberiya Kurdistanê hatiye çêkirin ve tê şandin.”

– Pereyê hatiniya neftê li ser hesabê ku li Halkbankê hatiye vekirin dê bê razandin”

Mijara pereyê hatiniya neftê ku dê li kê derê bê razandin wek pirsgirêkekê xuya dikir û bi vî awayî ew jî hat helkirin û di daxuyaniyê de ji bo vê mijarê wiha hat gotin: “Pereyê ji firotina neftê tê jî li ser hesabê ku li Halkbanka Tirkiyeyê hatiniye vekirin dê bê razandin. Herêma Kurdistanê li gor Destûra Bingehîn a Iraqê dê ji vî pereyê ku ji neftê tê qezenckirin para xwe hilîne. Pereyê di hesab de li gor raye û parên ku di Destûra Bingehîn a Iraqê de hatine eşkerekirin dê bê bikaranîn. Iraq ji bo ku li gor biryarên Neteweyên Yekbûyî tevbigere û wan biryara bisepîne ji hatiniya vê neftê sedî 5 dê li hesabekî cuda bê razandin û ji bo dayîna cirma navneteweyî ya ku li ser Iraqê ye dê bê bikaranîn.”

Herêma Kurdistanê ji bo çavdêriyê bangî saziyên navneteweyî kir û xwest ku Saziya Neftê ya Neteweyî ya Iraqê (SOMO) jî bila di nav wan çavdêran de cih bigre û wiha pê de çû: “Hikûmeta herêma Kurdistanê mafê xwe diparêze û para xwe heltîne. HKI ji bilî SOMOyê firotina neftê dê bidomîne lê hikumeta Kurdistanê ji bo nîşaneya xwe ya baş wek berê dîsa jî amade ye ku ji bo guftûgoyê bi Bexdayê re rûnê. Em amade ne ku bi hikûmeta Iraqê re ji bo çareserkirina mijara neftê li gor rêzikên qanûnî hel bikin. Hikûmeta Kurdistanê xebatên xwe yên bi saziyên navneteweyî re dê bênavber bidomîne. Rêveberiya Hewlêrê ji bo pêşveçûna gelê Iraq û Herêma Kurdistanê di qadên aboriyê de ji bo rêyên nû xebatên xwe dê bidomîne.” AA