Serrûpel 2014 Gulan

Arşîva mehane: Gulan 2014

PDK-S nû ji xew şiyar bû

AVESTA KURD - Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûriyê, bang li gelê Kurd û dostên gelê Kurd kir ku li hember kiryarln PYD li rojavayê Kurdistanê, di girtin, revandin û îşkencekirina siyasetvan û çalakvanên Kurd de, derkevin û tevlî meşa wê li bajarê Brukselê bibin. Meşa PYD wê roja 24.05.2014 li pêşiya Parlamentiya Ewropa li paytexta Belcîka li Brukselê were çêkirin.

Qobad Talabanî bû cîgirê serokwezîr

AVESTA KURD - Kurê serokî Îraqê û YNK Qobad Talabanî, weke cîgirê serokwezîrê Kurdistanê, ji aliyê YNK ve hate destnîşankirin. Polîtbîroya YNK roja sêşemê 13.05.2014 di civîna xwe de li Silêmaniyê ev biryar stand.

Ummeta Demokratîk – Rojava

Ummeta Demokratîk - Rojava, ji aliyê karîkaturîst Dijwar Îbrahîm ve hatiye çêkirin

Hemû alî li ser Zêbarî li hev dikin

AVESTA KURD - Aliyên siyasî li Îraqê li ser wezîrê derve yê Îraqê Hoşyar Zêbarî li hev dikin ku bibe serokomarê Îraqê.

Yaşar Kaya pişta HDP şikand

AVESTA KURD - Nivîskar û serokê berê yê partiya DEP Yaşar di hevpeyvîneke xwe de li ser rewşa siyasî li bakurê Kurdistanê axifî.

“Nfikirin ji Îraqê cuda bibin“

Konsulxaneya Îranê li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê ragihand, eger Herêma Kurdistanê hewl bide xwe ji Iraqê cuda bike wê demê pêwendiyên Tehran û Herêma Kurdistanê sar dibin.

Di Eurovisionê de bû 1. mîn

AVESTA KURD - Pêşbirka Eurovision ku li paytexta Danîmarka li Kopenhagen hate li darxistin, hunermenda ji Nemsa ku berê jin bû û piştre bi operasyonê xwe kir mêr û bi simbêl û rihê xwe dinya bi xwe re heyirand, Conchita Wurst yekemîn derket.

Operasyona li dijî PDK-S berdewam e!

AVESTA KURD - Asayîşa PYD li bajarokê Çil Axa şeva yekşemê dereng avête ser mala endamê Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê Mihemed Emîn Ebas (Bavê Mizgîn) û ew girtin.

PYD dîsa rê neda peyamnêrê Rûdawê

Encûmena yasadanînê ya kantona Cizîrê îro li bajarê Amûdê civiya, lê rê neda ku peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê civînê bişopîne.

Ji Ganî Nar Sipasî

Ez çawa û ji kû dest pêbikim, ji kî û ji kê ra sipas bikim nizanim... lê ez tenê dikarim vê bibêjim, di jîyana her kesek da dem heye kû her çiqas mirov xwedî bîr û bawerî, felsefe, nêrîn, zar û ziman be.. her çiqas mirov dibîne û dibhîse ji lê mirov ker, lal û kore. ez jî li hember ked û xebata we ev roj wisa me...
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com