Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) Siûd Mela, diyar kir ku ew ji girtin û kuştina xwe natirse ji ber wê jî her dem amade ye derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe. Mela her wiha bang li PKK û PDKê kir ku alîkariya wan bikin da nakokiyên wan bi PYDê re bên çareserkirin.
Sekreterê PDK-Sê Siûd Mela, ku “bi neçarî” niha li Herêma Kurdistanê dijî, bû mêvanê bernameya Hevpeyvîn a Rûdaw TV ku îşev hat belavkirin û bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.
Siûd Mela, li ser çûyîna xwe ya Rojavayê Kurdistanê got, ez qet ji girtin û kuştinê natirsim û amade me sibê derbasî Rojava bibim.
Mela anî ziman ku di kongreya partiyan de ti biryarek sebaretî wê yekê ku divê lîderên PDK-Sê derbasî Rojava bibin nehatiye wergirtin lê ji ber ku ew sekreterê giştî ye divê li Rojava bimîne da ku baweriya gel bidest bîne.
Sekreterê Giştî yê PDK-Sê her wiha ragihand ku ew amade ne bi PYD, rêjîma Sûriyê û hemû partiyên din re rûnên û çareyekê ji kirîza Sûriyê û pirsa kurd li Sûriyê re bibînin.
Siûd Mela, li ser rexneyên serokê giştî yê PYDê Salih Muslim, ku gotibû “PDK-S partiya dolaran e” ragihand, li şûna ku Muslim wisa bêje bila bigota werin em bi hev re li ser pirsgirêkên xwe kar bikin û çareyekê jê re bibînin.
Mela her wiha ji PDK û PKKê jî xwest, nakokî û arîşeyên wan bi PYD re çareser bikin.
Tê zanîn, di demên dawiyê de gellek endam û rayedarên PDK-Sê ji aliyê hêzên asayişa PYDê ve ji Rojavayê Kurdistanê hatin derxistin û sirgûnî Herêma Kurdistanê hatin kirin.
Li hevpeyvîna Siûd Mele temaşe bikin.
Sekreterê PDK-Sê Siûd Mela, ku “bi neçarî” niha li Herêma Kurdistanê dijî, bû mêvanê bernameya Hevpeyvîn a Rûdaw TV ku îşev hat belavkirin û bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.
Siûd Mela, li ser çûyîna xwe ya Rojavayê Kurdistanê got, ez qet ji girtin û kuştinê natirsim û amade me sibê derbasî Rojava bibim.
Mela anî ziman ku di kongreya partiyan de ti biryarek sebaretî wê yekê ku divê lîderên PDK-Sê derbasî Rojava bibin nehatiye wergirtin lê ji ber ku ew sekreterê giştî ye divê li Rojava bimîne da ku baweriya gel bidest bîne.
Sekreterê Giştî yê PDK-Sê her wiha ragihand ku ew amade ne bi PYD, rêjîma Sûriyê û hemû partiyên din re rûnên û çareyekê ji kirîza Sûriyê û pirsa kurd li Sûriyê re bibînin.
Siûd Mela, li ser rexneyên serokê giştî yê PYDê Salih Muslim, ku gotibû “PDK-S partiya dolaran e” ragihand, li şûna ku Muslim wisa bêje bila bigota werin em bi hev re li ser pirsgirêkên xwe kar bikin û çareyekê jê re bibînin.
Mela her wiha ji PDK û PKKê jî xwest, nakokî û arîşeyên wan bi PYD re çareser bikin.
Tê zanîn, di demên dawiyê de gellek endam û rayedarên PDK-Sê ji aliyê hêzên asayişa PYDê ve ji Rojavayê Kurdistanê hatin derxistin û sirgûnî Herêma Kurdistanê hatin kirin. – See more at: http://rudaw.net/kurmanci/onair/tv/episodes/episode/hevpeivin27052014muh#sthash.vCYZPppp.dpuf