Jêdera ku nexwest nav were eşkere kirin ji Avesta re ragihand ku Qendîl cîhazên gelekî modern ji Ewropa anîne û bi riya wan cîhazan êdî dikare bi rihetî li telefpnan guhdarî bike û li gora wan telefonan tedbîrên xwe bistîne.
Heman jêderê diyar kir ku Qendî dikare bi riya wî cîhazî li numereyên telefonê yên Korek û Asiacell guhdrî bike.
Bi riya wî cîhazî, Qendîl hem dikare tevgera kesên ku li hember xwe dibîne kontrol bike, hem jî ji gelek tiştên ku berê jê ne agahdar bû, wê agahdar bibe.
Jêderê diyar kir, ku bi ihtîmaleke mezin ew cîhaz bi riya balafirxaneya Silmaniyê ji Ewropa gihiştibin Qendîlê, lê jêderê, ku ji ber sedemên ewlekariyê nexwest nav were eşkerekirin, got, dibe ku ew cîhaz ji aliyê Îranê ve jî ji bo Qendîlê hatibe dayîn.












































