Serrûpel Nûçe Ev der niha di bin kontrola Pêşmergeyan de ne

Ev der niha di bin kontrola Pêşmergeyan de ne

Belav bike

Ligel çêbûna wê valahiya leşkerî, hêzên pêşmerge ber bi navçeyên gerim ve hatin livandin û li wan cihên ku artêşa Iraqê jê kişiyan, bi cih bûn.

Sînorê Xaneqîn û Celewlayê

Li wê navçeyê hêzên pêşmere gelekî pêşdeçûne, lê hîn navçeyeke mezin a Başûrê Kurdistanê nektiye bin kontola pêşmerge ku berê di destê artêşa Iraqê de bû û niha DAÎŞê dest daniye ser.

Pêşmergeyên hêza 70 (ya YNKê) ligel “hêzên dijî terorê” şeva borî çûne navçeya Kobaşî ya ku 2 km ji bajarokê Seidiye yê girêdayî parêzgeha Diyale dûr e. Niha Seidiye di destê DAÎŞê de ye.

Li bajarokê Qeretepe yê girêdayî heman parêzgehê jî, artêşa Iraqê bi çekên xwe ve xwe teslîmî hêza 70 ya pêşmerge kir, li gor rêkeftina navbera wezareta pêşmerge û wezareta bergiriyê ya Iraqê, çekên wan hêzan bi zîme ji artêşa Iraqê hatine wergirtin, gelek leşker jî li cem pêşmerge ne.

Celewla niha di destê pêşmerge de ye, li taxa Tecnîdê ya kevin ku DAÎŞ û hinek çekdarên din tê de bûn, pêşmerge şer kir û serkeft.

Hejmarek mezin a xelkê ji wan navçeyan ber bi Kelarê ve direvin, tê gotin ku niha 20% ji Celewlayê xelk tê de ye û ya din hemû vala bûye.

Her ligel derketina aloziyan, hêzên pêşmerge ber bi Celewla hatin livandin û niha navçeya Kobaşî, qeza Celewla û navçeya Nawdoman bi temamî di bin kontrola hêzên pêşmerge de ye û wek wezareta pêşmerge dibêje “Armanca me ewe ku em derbasî navê Seidiye bibin û wî bajarokî kontrol bikin”.

Wezareta pêşmerge ragihandiye ku “hêzên pêşmerge li sînorên çiyayê Hemrînê belav bûne û hemû navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kontrol dike û jibilî şerê li du xalan (Tel Werid û Seidiye) rewşa ewlekariyê li hemû navçeyan aram e”.

Dema ku rejîma Baes hilweşiya, hêzên pêşmerge di sala 2003yan de hemû navçeyên ku ji Başûrê Kurdistanê hatine veqetandin xistin bin kontrola xwe, lê ji ber rêkeftinên siyasî hêzên pêşmerge li hin navçeyan ligel hêzên Hevpeymanan û artêşa Iraqê xalên kontrolê yên hevbeş danîn û li hin navçeyan jî di sala 2008an de kişiyan, di bûyerên niha de jî careke din hêzên pêşmerge ber bi pêşve çûn.

Niha û piştî 11 salan, wezareta pêşmerge dibêje “pêşmerge careke din ji wan navçeyan nakişe ku tê de bi cih bûne”.

Mûsil

Pêşmerge li hemû xalên sînorî yên ligel navçeyên Ereban li parêzgeha Neynewayê hene ku ji navçeyên Şelalat, gundê Welîd, qeza Sinûnê, Sîba Şêx Xidir, Gir Zerik û Um Şebabît pêk tê û hemû jî pêşmerge lê hene, li wan navçeyan ti gundekî Kurdan tine ye ku pêşmerge lê nebe.

Di 10ê hezîrana 2014an de hêzên pêşmerge çûne nav bajarok; Rebîhe li sînorê parêzgeha Neynewayê û ew navçeya sînorî kontrol kirin. Pişt re hêzên pêşmerge hemû navçeyên Kurdistanî yên parêzgeha Neynewayê kontrol kirin û wek wezareta pêşmerge dibêje “eniya rojhilat heta aliyê çepê yê Mûsilê hêzên pêşmerge lê bi cih bûne û ewlekariya navçeyê aram e”.

Kerkûk

Roja çarşemê 11/6/2014, hêzên fîrqeya 12 ya ser bi Fermandariya Operasyonên Dîcleyê ve li navçeya Keywan a Kerkûkê kişiyan û hêzên pêşmerge navenda Keywan a leşkerî û balafirgeha Huriye ya leşkerî kontrol kirin, pişt re wezareta pêşmerge ragihand “nav bajarê Kerkûkê di bin kontrola hêzên pêşmerge de ye” û niha hêzên pêşmerge li hemû navçeyên Kurdistanî yên parêzgeha Kekrûkê belav bûne.

Her yek ji nahiyeyên Multeqa, Yaytî, Fetihe, Til Werid, Taze Xurmatû, Beşîr, gundê Mela Ebdullah, qeza Daqûq heta sînorê Xurmatû û xala kontrolê ya Silêman Beg di bin kontrola hêzên pêşmerge de ne û bi tenê li nêzîkî nahiyeya Til Werid û Mela Ebdullah şer û pevçûn hene û li piraniya navçeyên din rewş aram e. (Rûdaw)