Serrûpel 2014 Hazîran

Arşîva mehane: Hazîran 2014

Erdogan pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir

Bi minasibeta pêkanîna kabîneya heştem ya hikûmeta herêma Kurdistanê, RecebTeyîb Erdogan serokwezîrê Tirkiyeyê nameyeke pîrozbahiyê pêşkeşî Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê kir û ev li jêr teksta peyama serokwezîrê Tirkiyê:

“Pêşmerge li cihê xwe dimînin!“

Di civîna bi partî û aliyên siyasî re ku li Hewlêrê pêk anî, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û beşdarên civîn li ser xalên girîng li hev kirin.

Dema ku wezîr destê xwe dirêj dike…

AVESTA KURD - Wezîrê Deryayê yê Yunanistanê Miltiadis Varvitsiotis, di hikûmeta Andonis Samaras de, dema ku çû Grava Paros li Ege, jinek bi wî re bû, Hristina Papa, lîstikvana rêzefîlman ya navdar Hristina Papa bi wî re bû.

“PYD di zindanan de girtiyan îşkence dike“

Di nûtirîn raporta xwe de li ser herêma Kurdan, Rêxistina Mafên Mirovan ya Navnetewî Hiyoman Rayts Waç, bal kişande binpêkirinên mafên mirovan, li herêmên Kurdî yên di bin destê PYD de, behsa gelek xalên balkêş, li ser rewşa Kurdên rojavayê Kurdistanê dike.

Li Rojava yekemîn polisên trafîkê yên jin

AVESTA KURD / Li Dêrîkê, berî mehekê polîsên jin ên trafîkê dest bi erkê xwe kirin. Ji polîsên jin, Dîlar Hûseyîn wiha got: “Şoreşa Rojava di jinê de şoreşek mezin afirand. Polîsên jin cara yekem ji bo polîsê trafikê serlêdan kirin. Li vir wekî jin erk girtin, serbilindiyekî herî mezin e.”

“Pêşmergeyên Teqawitbûyî jî xwe amade bikin”

AVESTA KURD - Di bangekê de serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji gelê Kurd daxwaz kir ku li hember her guhertinekê amade bin. Her wiha ji pêşmergeyên xanenişîn (teqawit) jî xwest yekser biçin cihên berê ku lê xebat dikirin, xwe qeyd bikin û ew jî xwe amade bikin. Li ser vê daxwza Barzanî, bi hezaran pêşmergeyên ku xanenişîn bûne, çûne cihên xwe yên berê û xwe amade kirine.

Nêçîrvan Barzanî hikûmeta Kurdistanê ava kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ragihand ku dê kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê “Derfetên wekhev bo her kesî peyda bike û sozên xwepêk bîne.”

“Tiştek were serê min dewlet berpirsiyar e“

AVESTA KURD - Serokê Qeqfa Îsmaîl Beşikçî Îbrahîm Gurbuz, roja 28.02.2014 grûpeke çekdar xwestin wî birevînin, lê bi serneketin, Gurbuz bi zorê xwe ji dest wan xelas kirin, û rizgar bû.

“Di di nava 1-2 hefteyan her tişt zelal bibe”

AVESTA KURD - Fermandar giştî yê HPG (Gerîlayên PKK) Murat Karayilan li ser pêvajoyê daxuyaniyekcda û got eger ku di nava 1-2 hefteyan de, pêvajoya hevdîtin û çareseriyê neyê zelalkirin û rengekî yasayî negire, û AKP her tiştê ku bi rengekî teorîk neyê praktîkirin, wê demê wê her kes riya xwe bibîne.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com